Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris dîyar kir ku ewê jibo enerjî û rewişa mirovahî ya li Ukrayna alîkarîyeke pirtir ji 1,5 mîlyar dolarî bidin wî welatî.
Ew alîkarî berî Harris li Lucerne ya Swîsre li konferansa aştîyê ya Ukrayna biaxife û bi serokê wî welatî Volodymyr Zelenskyy re bicive hat ragihandin.
Li gor ragihandina ofîsa Harris, di alîkarîya 1,5 mîlyar dolarî de jibo enerjîyê foneke nû ya 500 mîlyon dolarî heye û 324 mîlyon dolarên berê hatine ragihandin jî wê jibo tamîrkirina binesazîya enerjîyê û pêdivîyên din were xerc kirin.
Ofîsa Harris dîyar kir ku bi alîkarîyên dawî wê sîstema enerjîyê ya Ukrayna were tamîr kirin, berfireh kirin û çêtir kirin.
Harris got ku wê jibo penaberan û mirovên din yên di bandora şer de mane, Wezareta Derve ya Amerîka û Ajansa Pêşvebirinê ya Navneteweyî ya Amerîka wê pirtir ji 379 mîlyon dolaran alîkarîya mirovahî bikin.
Bi wan pereyan wê jibo bi mîlyonan Ukraynî alîkarîya xwarinê û xizmetên wek saxlemî, av, sanîtasyon û hîjyenê werin dayîn.
Harris, ku wê kêmtir ji 24 saetan li Lucerne ya Swîsre be, wê li şûna Serok Joe Biden tevbigere.
Serok Biden piştî hilcivîna G7 ya li Îtalya jibo kempeyneke hilbijartinê ya li Los Angelesê vedigere Amerîka.
Harris wê bi Zelenskyy re kom bibe û wê di rûniştina giştî ya konferansê de biaxife.
Biden bi Zelenskyy re hem li Îtalya li hilcivîna G7 hem jî li Fransa di çalakîyên D-Day de kom bûbû.
Şîretvanê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesira Sipî Jake Sullivan jî wê roja Yekşemê li hilcivînê Amerîka temsîl bike.
Sullivan wê jibo vegerandina zarokên Ukraynî yên li Rûsya û ewlekarîya enerjîyê danûstandinan bike.
Jêder: Reuters