Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Harris Êrîşên li Îsraîlê Şermezar Dike


Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris êrîşên dawî yên li Îsraîlê şermezar kir.

Harris ser êrîşên dawî yên ku di encama wan de 14 kesan hatibûn kuştin, bi Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog re axifî.

Xanim Harris ji Herzog re dîyar kir ku piştgirîya Amerîka ya bo ewlekarîya Îsraîlê didome.

Qesira Sipî da zanîn ku Harris dîyar kiriye ku ew herwiha piştgirîyê didin hewildanên bo kêmkirina girjîyê.

Ji dawîya Adarê vir ve di êrîşên li Îsraîlê de 14 kes hatine kuştin.

Îsraîlê di demên dawî de zexta li ser Kenara Rojava zêdetir kiriye.

Ji serê salê vir ve hêzên Îsraîlê piranîya wan çekdar pirtir ji 20 Fîlîstînî kuştine.

Karbidestên Fîlîstînî ser girjîyê Îsraîlê tawanbar dikin û bang li civata navnetweyî dikin ku zextên li ser wan bibînin.

XS
SM
MD
LG