Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Harris û Karbidestên Japonya Dê Ser Ewlekarîya Taywanê Biaxivin


Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris.
Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku karbidestên Amerîka û Japonya dê ser ewlekarîya Taywanê danûstandinê bikin.

Reutersê ji zarê karbidestekî Amerîkî yê payabilind dîyar kir ku Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris dê bi serokwezîrê Japonyayê Fumio Kishida re ser hevkarîya bo ewlekarîya Taywanê biaxive.

Wî karbidestê payabilind dîyar kir ku Washington ser xurtbûna hêza leşkerî ya Japonya û karên ewlekarîyê yên wî welatî geşbîn e.

Harris dê îro Duşemê bi Kishida re bicive û sibe Sêşemê jî dê beşdarî merasîma binaxkirina serokwezîrê berê yê Japonya Shinzo Abe bibe.

XS
SM
MD
LG