Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Harris û Netanyahu Ser Ewlekarîya Îsraîlê Axifîne


Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi rêka telefonê ser peywendîyên dualî axifîn.

Qesira Sipî bi daxuyanîyekê ragihand ku di axaftina de ji Benjamin re dîyar kir ku Amerîka bi her awayî girêdayî ewlekarîya Îsraîlê ye.

Li gor daxuyanîyê, Harris û Netanyahu hevbîr bûne ku Dadgeha Tawanan ya Navneteweyî (ICC) nikare Îsraîlê bidarizîne.

ICC roja Çarşemê ragihandibû ku ewê jiber îdiayên ser tawanên cengê yên li axa Filistînê dest bi lêpirsîneke fermî bike.

Dozger Fatu Bensuda dabû zanîn ku tîma wan piştî lêkolînên bi qasî pênc salan dom kirine, biryareke wisa daye.

Netanyahu ser biryarê gotibû ku ‘’lutkeya durûtîyê ye, dijminîya li hember Cihûyan e’’ û bertek nîşan dabû.

Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price jî dîyar kiribû ku Washington dijî biryara ICC ye.

XS
SM
MD
LG