Lînkên eksesibilîtî

Trump Bahoza Têksasê Wek Karesateke Fedralî Radighîne


Bahoza Harvey li nêzîkî bajarokê Rokportê wîlayeta Têksas a Amerîkî erd bi bereferhî herifand li gel baraneke giran li dirêjiya bi sedan mîl li ser qeraxa kendava Meksîkê.

Harvey bihêztirîn bahoz e ku di deh salên borî de li Amerîka diqewime, li gel beza bayê ku 209 kîlometir bû di demjimêrekê de.

Bi gihîştina Harvey re roja Înê, bi deh hezaran rûniştvanên Têksasê ji malên xwe reviyan ji ber gefa bahozê.

Serok Amerîka Donald Trump, îro Şemiyê got wî ji leşkergeha serokatiyê ya nêzîkî Waşinton Kamp David, çavdêriya bahozê dikir û desthilatdarên wîlayetê û her wiha yên fedralî “bi awakî balkêş bi hev re kar kirin. “ji bo bersivdana bahozê.

Wî nîşan bi serokê Ajansa Rêveberiya Tengaviyan a Fedralî, Brock Long da ji bo kontrolkirina rewşa navçeyê.

Pêşbîn e, Harvey nêzîkî 100 santîmetir baranê bibarîne li dirêjiya qeraxa Têksasê, di sê rojên bê de.

XS
SM
MD
LG