Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hesekê Navendên Saxlemî yên Bêpere Hatin Vekirin


Jiber pêdivîya runiştvanên xizan yên Hesekê, di hindurê Nexweşxaneya Gel de hin klînîkên tendirustîyê yên pisporî vebûn ku nexweşan derman bikin.

Ji dema vebûna van navendan, nexweş bi hejmarên mezin serlêdanê dikin ku xizmetên bê dirav wergirin.

Dijwar Fehîm dibêje ku ew her dem pêdivîya wî bi nexweşxanê hebû, lê jiber derfetên aborî yên sînordar, wî nikaribû doktoran bibîne.

Navendên tendirustî bi biryara Rêvebirîya Xweser hatin vekirin û Desteya Tendirustî ya Kantona Cizîrê van bi rêve dibe.

Beşê nexeşîyên hindurîn, dil, beşê mîzê, beşê guh, beşê nexweşîyên jinan û zarokan jî vebûne.

Rêvebira klînîkên saxlemî Hîyam Dawid got ku ew rojê çar seat pêşwazîya nexweşan dikin.

“Em piranîya dermanan didin nexweşan, lê hin cûre derman ne berdest in.”

Dr. Samir Ebulrezaq ji Nexweşxaneya Gel ya Hesekê piştrast dike ku gelek nexweş berê xwe dane navendên tendirustîyê û nexweşxane xizmeteke baş dîde.

Hesekê ku bajarê herî mezin ya herêma Cizîrê ye û jiber rewşa şer, hejmara doktoran li wê derê kêm bûye û derfetên nexweşxaneyan li Hesekê sînordar e.

ZO_11_29_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:15 0:00

XS
SM
MD
LG