Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Abdulkerîm Omer: YPG Nehêla ku Bûyerên Musilê li Hesekê Dubare Bin


Bajarê Heseke
Bajarê Heseke

Di hevpeyvîneke taybet de Dr. Abdulkerîm Omer, Berdevkê Tekîlîyên Derve yê Tevgera Civata Demokratîk (TEV-DEM) rewşa bajarê Heseke dinirxîne.

Dr. Omer dibêje bajarê Heseke aniha bi temamî di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye û li bajêr aramî heye.

Omer dîyar dike ku bi xêra hebûna YPG, Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) nekarî bajarê Hesekê bi dest xîne.

"YPG hemî tedbîrên pêdivî bir ku bajarê Heseke nekeve destê DAÎŞ. Eger YPG wanî nekira tiştê ku li Musilê qewimî, dikarîbû lê Hesekê jî biqewime."

Omer dide zanîn ku gelê sîvîl li Hesekê zîyan nedîtine û kesek jî neçar nameye ku cîh û warên xwe bihêle.

"Ne tenê Kurd, herwiha Ereb û Mesîhî jî kontrola YPG li ser bajêr erênî dibînin û destek dikin jiber ku dizanin."

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:43 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG