Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Haspel: Em Dê bo Têkbirina DAIŞ'ê Xebatên Xwe Bidomînin


Rêvebirîya îstixbarata Amerîka beşdarî rûniştina Komîsyona Îstixbaratê ya Senato bû.

Di rûniştinê de, rêvebirîya îstixbartê agahî dan senatoran û pirs bersîvandin.

Di beşeke rûniştinê de, senatoran ser biryara vekişîna ji Amerîka jî pirs pirsîn.

Seroka Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA) Gina Haspel dîyar kir ku têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) didome, rêberên wê yên payabilind têne kuştin lê ew hîn jî wek berê ‘’rêxistineke bi talûke’’ ye.

Haspel da zanîn ku ew dê bo têkbirina DAIŞ’ê xebatên xwe bidomînin.

Dîrektorê Îstixbarata Neteweyî ya Amerîka Dan Coats jî got ku ku DAIŞ bo li Îraq û Sûrîyê jinûve axê bistîne dê ‘’bêîstiqrarîya li herêmê wek fersendek bikar bîne.’’

Serokê Amerîka Donald Trump di Berfanbarê de ragihandibû ku DAIŞ li Sûrîyê têk çûye û ew dê leşkerên Amerîka yên li Sûrîyê vekişînin.

Hin karbidestên Amerîka dîyar dikin ku DAIŞ hîn bi temamî têk neçûye û bo vekişîna ji herêmê zû ye.

XS
SM
MD
LG