Serokê Koreya Bakur Kim Jong Il has jibo serêdanek çûye Rûsyayê. Hikûmeta Rûsyayê roja Şemîyê piştrast kir ku rêberê Koreya Bakurî geheşte Moskowê û li ber e bi Serok Dmitry Medvedev re kom bibe.
Ajansa fermî ya Koreya Bakur serêdana Kim Jong Il wekî "nefermî" nav kir û got, rêberê Koreya Bakurî, li ser vexwendina Serok Medyedev wê serêdana Sîbîrya û herêma Rojhilata Dûr ya Federasyona Rûsyayê bike.
Kim cara dawî li sala 2002an çûbû Rûsyayê û li bajarê Vladivostok ya rojhilatê, ligel Serokê wê çaxê Vladimir Putin hevdîtin kirîbû.