Ajansa AP îro Yekşemê ji Stenbolê ragihand ku di bûyera trafîkê de ku li parêzgeha Hatayê ya başûrê Tirkiyê pêk hat herî kêm 12 mirin û 31 kes jî birîndar bûn, birîna 3 kesan girane.
Li gorî ajansa nûçeyan ya Anadoluyê, kamyonek derbazî riyên pêçewaney arasteya otombîlan bû piştî ku ajokar derengiya şeva borî ya Şemiyê kontrola xwe winda kir, li neh otombîl û du mînîbusan xist û li hev qelibîn.
Dema ku gelek otombîlên li kêleka rê li nêzî benzînxaneyekê rawestiya bûn dema ku heval û xizmên hev xatir di xwestin ku hin ji wan da bû leşkeriyê birê kevin bûyer pêkhat.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tikriyê Fahrettîn Koca diyar kir ku li ser rêya Îskenderûn-Antakyayê ji encama bûyerê şewat derket. Wezîr li ser hesaba xwe ya Twîtterê daxuyanî da û got ku li Topbogazliyê 22 ambûlans û 3 ekîbên tenduristiyê jibo cihê bûyerê hatin şandin.
Di twîtekê de wezîr wiha got: "Rehma Xwedê li welatiyên me yên jiyana xwe ji dest dane bike, ez sersaxiyê ji xizmên wan re dixwazim."
Herwiha wî got "Çi ji destê me bihê emê bikin da ku tendirustiya birîndaran di zûtirîn dem de baş bibe."
Hatay yek ji wan 11 parêzgehên Tirkiyê bû ku ji ber erdheja 6ê Sibatê ku beşek ji Tirkiyê û Sûriyê wêran kiribûn, zirar dîtibû.
Li gorî hikûmetê herî kêm 50 hezar û 783 kes li Tirkiyeyê di wê erdhejê de jiyana xwe ji dest danne.
Şahid bûyerê Alî Sarrac gote ajansa Anadolu ku hinek ji kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane, şewitîne.
Di dîmenan de otombîlên şewitandî hatin dîtin ku tîmên hawarçûnê hewl didin mirovan ji şewatê dûr bixin.
Jêder: AP