Leşkerekî Rûsî roja Çarşemê bi tawanên ceng li Ukraynayê jiber kuştina sivîlekî bêçek ê pîr tê gunehbar kirin.
Vadim Shishimarin, fermandê tankên Rûsî yê 21 salî, li dadgeha herêmî ya Kîevê amade dibe ku yekem dadgehkirina tawanên ceng e li dijî leşkerekî Rûsî ku beşdarî êrîşa Moskowê ya 24ê Sibatê bibû.
Di dadgeheke ku ji bo Kîevê girîngiyeke sembolîk û mezin e, Shishimarin bi kuştina sivîlekî 62 salî li gundê Chupakhivka a bakurê rojhilata Ukraynayê di 28ê Sibatê de hat gunehbar kirin. Ger ew sûcdar were dîtin ewê rûbirûyê cezayê zîndankirina heta hetayê be.
Ukrayna di dema dagirkirinê de Rûsya bi hovîtî û bêwîjdanî li dijî sivîlan tawanbar kir û got ku wê zêdetirî 10,000 tawanên ceng destnîşan kirine.
Rûsyayê armanckirina sivîlan an jî tevlîkirina wan di tawanên ceng de red kir û Kîev tawanbar kir ku wan ji bo rûreşkirina hêzên Rûsya bi kar tîne.
“Wekî berî nûke, me ti agahîyên derbarê dadgehê tuneye û karînên Rûsya bo pêşkêşkirina alîkarîyê jî jiber nebûna mîsyona me ya dîplomatîk sînordar e,"
Derbarê dadgehkirinê, peyîvdarê Kremlînê Dmitry Peskov ji Reutersê re got.
Peskov derbarê tometên tawanên ceng ên li dijî hêzên Rûsî li Ukraynayê bi berfirehî peyîvî û got ku egelek dozên ku Ukrayna behs dike sexte ne û yên herî berbiçav ji hêla pisporên me ve bi qayîlkirinê hat îsbat kirin.
Piştî cerdevanan Shishimarin bi kelepçeyê xist nava dadgehê, ji alîyê dadger ve hat pirsîn ka ew van tawanên ceng li hemberî wî qebûl dike yan na.
Shishimarin jî piştrast kir û tawanên dijî xwe qebûl kirin.