Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xecîca Mekan: Bi Jinên Azad Jiyan Ava Dibe


Azadî bi hemû rengê xwe dikeve riwê civatê û berevaniyê di ber xwe de dike ji bo guhertinên mezin di koka wê civatê de, û alavên wê bi rêka huner, çand û rewşenbîrî tên xebitandin û bi dana qelenekî buha rêka xwe ronî dike.

Hunermenda sînema, helbestvan û şanogera kurd Xecîca Mekan, yek ji wan jinên azad e, ku bi hemû rengên jiyana xwe berevaniyê di ber bîr û ramanên xwe dike.

Xecîca bi xwe ji Amadê ye, lê belê ew li Mûşê ji dayik bûye, di temenê 11 salî de tevî malbata xwe li bajarê Mêrsînê bicî bûne û li wir pêwendiyên wê yên pêşî bi şano re destpê kirîye.

Xecîca li Istenbûlê dijî, bi awayekî pirr taybet jiyana xwe birê ve dibe.

Ji sala 2009'an ta 2012'an ve , pêşkêvana bernama zarokan( Bafiroka Gerok) bû di TRT6 ya kurdî de.

Dîwanek helbestan bi zimanê Tirkî derxistiye û nuha amadekariya yekê bi zimanê Kurdî dike.

Xecîca, karê derhîneriyê, nivîsandin û lîstikvaniyê di şano û sînema de kirye û hîna jî hezkirya wê ye û dixwaze ku bi kurdî çend pirojeyên taybet çêbike û pêşkêşî civaka kurdî bike.

Bi rexne û şêweya jiyana xwe, Xecîca pirr pirsan tîne ber destê civakê û daxwaza guhertinê dike bo jiyanek azad û bi rûmet.

please wait

No media source currently available

0:00 0:31:10 0:00


Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG