Hevseroka Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari got ku hilbijêrên Kurd li Stenbolê dengên xwe bi awayekî stratejîk kar anîne.
Hatîmogullari dîyar kir ku encamên hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê nîşan didin ku hilbijêrên wan li Stenbolê dijî Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) helwesteke watedar û girîng nîşan dane.
‘’DEM Partî li Stenbolê li gor hilbijartina giştî kêmtir deng sitand, lê sedema vê ne tercîhnekirina partîya me ye. Hilbjirên DEM Partî li Stenbolê AKP nexwestin.’’
Wê got ku AKP di peyvajoya hilbijartinan de di ser Kurdan re behsa polîtîkayên şer kiriye û hilbijêrên Kurd jî jiber dûrketina ji rêkên aştîyane û demokratîk bersîv dane.
Hatîmogullari dîyar kir ku encamên hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê raber dikin ku civak hilbijarteke pêşdem dixwaze.
AKP di hilbijartinên 31’ê Adarê de ket rêza duyê û di desthilata xwe de, ku pirtir ji 20 sal in didome, cara pêşî têk çû û karbidestên wê dibêjin wê hilbijartina pêşdem çênebe.
Di hilbijartinan de, li gor encamên ne fermî Partîya Gel ya Komarî 37,8 ji sedê dengan, AKP 35,5 ji sedê dengan, Partîya Jinûve Refahê (YRP) 6,2 ji sedê dengan û DEM Partî 5,7 ji sedê dengan sitandin.
CHP’ê bajarvanîyên Enqere, Stenbol û Îzmîrê di destê xwe de girtin û ji AKP’ê 3 bajarên din yên mezin û navendên 7 bajaran jî bi dest xistin.
AKP’ê di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de 44,33 ji sedê dengan sitandibû.
Jêder: Arti Gerçek