Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meyta Binaxkirî ya Dayika Tugluk ji Gorê Hate Derxistin


Hatun Tugluk, dayika sîyasetvana Kurd Aysel Tugluk bû. Wê sê roj berê, di 78 salîya xwe de koça dawî kir. Ser daxwaza Hatunê, meytê wê li goristan Încekê ya Batikenta Enqerê hat binax kirin.

Lê komeke nîjadperestan êrîşî merasîma binaxkirinê kirin û termê wê ji gorê derxistin. Malbata Tugluk jî mecbur ma meyt ji gorê derxin.

Hêjayî gotinê ye ku Aysel Tugluk bi hiceta rêvebirina rêxistina terorê nêzî saleke vir ve li girtîgeha Kandira de ye û bi destûra taybet beşdarî merasîma cenaze bû.

Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê, Besîme Konca ku di dema binaxkirinê de bi Aysel Tugluk re bû, wiha behsa bûyerê kir:

“Di dema binaxkirinê de, pêşî 4-5 kes hatin û gotin ku li goristanê wan jibo Ermenîyan cî tuneye. Dû re zede bûn û 40-50 kes bi tekbîran got ku ger em meyt dernexin, ewê bixwe meyt ji gorê derxin.”

Konca got ku piştî nîjadperest hatin heta ser gorê, malbatê neçar ma ku meyt ji gorê derxîne û bişîne Dêrsîmê.

HDP bi daxuyanîyeke nivîskî êrîş weke kiryareke nîjdaperest bi nav kir.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Bekir Bozdag jî daxuyanîyek da û êrîş şermezar kir. “Bûyereke pir qirêj e. Helwesteke bêrêz û bê pîvan e û kiryarên wiha dijî adet û toreyên me ne.

Walîtîya Enqerê jî da zanîn ku li ser wê êrîşê lêpirsinek hatiye destpê kirin.

KHF_9_14_2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:49 0:00

XS
SM
MD
LG