Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) ser salvegera qirkirina Êzîdîyan banga çalakîya bêdengbûnê kir.
Li gor bangê di 3’ê Tebaxê de, di 11:00 de dê çalakîya deqeyek bêdengî were li dar xistin.
Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) li herêma Şengalê êrîşeke berfireh biribû ser civaka Êzîdî.
Di êrîşê de bi hezaran jin, zarok û zilamên Êzîdî ji alîyê çekdarên DAIŞ’ê ve hatibûn kuştin û revandin.
HDK di daxuyanîyê de ji Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku qirkirina Ezîdîyan wek jenosîd nas bike û mafên wê civakê biparêze.