Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Siyasetvan li Tirkiyê Ji Biryara Dûr Xistina Şaredarên HDPê Nerazîne


Şermezar kirina dûr xistina Şaredarên Mêrdîn, Amed û Wanê
Şermezar kirina dûr xistina Şaredarên Mêrdîn, Amed û Wanê

Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkîye şûna şaredarên bajarên mezin yên Amed, Wan û Mêrdînê yên di destê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) de walîyên van bajêran wekî qayyum hatin avêtin. Wezareta Navxweyî îdîa dike ku şaredarî ‘Piştgirî didin rêxistana terorê û têkilîyên wan bi hev re hene.’

Li gor Wezareta Navxweyî li 29 bajarên Tirkîyê di serdegirtina malan de 418 kes hatin binçav kirin.

Piştî vê biryarê û operasyonan bi giştî dijî HDP hatin kirin ji gelek partî û bajaran bertek têne nîşandan. Yek ji van bajaran jî bajarê Îstenbulê û hin sîyasetmedarên CHPê ne.

Rêveberîya HDP ya Îstenbulê li ber avahîya xwe bi daxuyanîyekê bertek nîşanî biryar û operasyonên dijî partîya wan da.

Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş li vir bertek nîşanî biryarê da û got, “Bi rêya qayyuman bajarê Amed, Wan û Mêrdînê bi derbeyeke hatin desteser kirin. Em vê rastîyê dizanin ku Tirkîye welatê derbeya ne. Tirkîye welatê qayyuman e. Tirkîye welatê ‘Rewşa Awarte’ ye.

Em di nava van agiran de hatin van rojan.”Dîsa bertekek girîng ji şaredarê Îstenbulê Ekrem Îmamoglu li ser Twitterê hat. Îmamoglu jibo biryara Wezareta Navxweyî got, “Binpêkirina îradeya gel nayê qebûl kirin’’
Li alîyeke din Cigirê Partîya Seadetê Bîrol Aydin jî li ser Twitterê daxuyanîyek da. Aydin dibêje “Vîna Amed, Wan û Merdînê rehîn hat girtin.”

Serokomarê berê yê Tirkîye Abdullah Gul, serokwezirê berê yê Tirkîye Ahmet Davutoglu jî bertek nîşanî qayyuman dan. Davutoglu û Gul jî li ser Twitterê daxuyanî dan. Davutoglu got ev biryar dijî rihê demokrasîyê ye. Gul jî anî ziman ku “Ev biryara bi qayyuman gavek ne rast e. ev biryar jibo demokrasîya me ne baş e”.

Mem Botan - Îstenbol 19 08 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:50 0:00

XS
SM
MD
LG