Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buldan: Desthilata Sîyasî Dixwaza bi Tankan Kempeyna Hilbijartinê Bimeşîne


Pervin Buldan
Pervin Buldan

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di civîna gruba HDP’ê de li ser Îtifaqa Demokrasîyê rawestî û got u bila ti kes li navnîşaneke din û li xelaskeran negere.

“Me bi berxwedanan têkoşîneke bê hempa da û heta vê rojê hatin. Li ber vî jî bila rûyê her kesî berbi HDP’ê be.”

Heke li Tirkîyê hilbijartineke pêşwext nebe, di meha Pûşpêrê 2023’an de hilbijartina asayî dê were çêkirin.

Di civînê de Buldan li ser vê pêvajoyê rawestî û got ku desthilata sîyasî dixwaze bi tank û topan vê kanpeynê bidomîne.

Buldan, êrîşên ku li ser HDP’ê hatine çêkirin jî rawestîya û got ku ji alîyê desthilatîyê ve kempeyna hilbijartinê bi tankan tê meşandin.

"Hunê di vî warî de ti gaveke serketî nebin. Niha li ser HDP’ê dozên kumpas hatine vekirin. Desthilatî ji HDP’ê ditirse û li ber vî jî bi karên bê hiqûqî dixwaze pêşî li HDP’ê bigre.”

Di meha borî de Tirkîyê li Herêma Kurdistanê hin operasyon li dar xistibûn. Herî dawî jî di civîna Civata Ewlekarîya Netewî (MGK) de li ser operasyona Bakurê Sûrîyê rawestîya bû.

Buldan di axaftina xwe de helwesta Tirkîyê bi tundi rexne kir û got ku piştî Herêma Kurdistana Îraqê niha jî li Bakur û Rojhilata Sûrîyê dagirkirinê çêkin û şerekî nû bidin destpê kirin.

"Dixwazin ku kempayna hilbijartinê bi tankan bidomîni û di vî warî de jî amadekarîyan dikin. Dibe ku aqaftinên mîtîngan jî ew li ser tankan çêkin.”

Di 31 Gulanê de li Batmanê di nav de hevserokên şaredarîyê jî tê de 11 jin hatin binçav kirin. Buldan, ev desteserkirin êrîşekî ser HDP’ê bi nav kir û helwesta desthilatîyê wek dijayetîya Kurdan nîşan da.

“HDP partîyeke jinê ye. Lê ev desthilatî herî zêde ji jinan ditirse. Li Batmanê hevalên me 11 jin bi awayekî neheq û bêhiqûqî hatin desteserkirin. Em vê bi tundî şermezar dikin. Hun çi dikin bikin hûnê li hemberî hêza jina hinda bikin.”

Di Dadgeha Zagona Bingehîn de doza girtinê ya ku li ser HDP’ê hatîye vekirin di mehên pêşîya de dê were dîtin. Tevî ku ev doz didome jî, xebatên HDP’ê bi tîrbûnî didome.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku HDP wê di 6 û 7’ê Hezîranê de Konferansa Mezin û di 3’ê Tîrmehê de jî Kongreya Asayî ya Mezin ya 5’an çêke.

ED_01_06_2022_Pervîn_Buldan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:55 0:00
XS
SM
MD
LG