Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokê HDP'ê Sancar Dibêje Li Cîhanê Tevgereke Aştîyê Pêdivî Ye


Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Mithat Sancar îro Sêşemê got ku pêdivîya wan li seranserî cîhanê bo tevgereke aştîyê heye.

Sancar di civîna koma partîya xwe ya parlamanê de got ku lêgerînên bo otorîteyê zararê didin azadî û demokrasîyê.

Wî di axaftina xwe bal kişand ser danûstandinên Swêd û Fînlandîyê yên bo endamtîya NATO.

Hevserokê HDP’ê Sancar da zanîn ku peywendîya dijberîya Tirkîyê bi pirsgirêka Kurd re heye û dîyar kir kir ku bazara Tirkîyê dijî hiqûqê ye.

Sancar bal kişand ku Tirkîye ji Swêdê hin parlamanteran wî welatî dixwaze ku ew kêşeyeke mezin e.

Swêd û Fînlandîya piştî Rûsya di 24’ê Sibatê de dest bi dagirkirina Ukrayna kir, bo bibin endamên NATO dest bi danûstandinan kirin.

Hîjayî bîrxistinê ye ku jibo welatên ku nû bibin endamên NATO, divê 30 endamên tifaqê bi yekdengî endamên nû bipejirînin, lê Tirkîyê heta niha jî dijî endambûna Swêd û Fînlandîya ye.

XS
SM
MD
LG