Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Selîm Kaplan: Girtina Bajarvanên HDPê Nenaskirina Îradeya Gelê Kurde


Selîm Kaplan, cêgirê hevserokê HDPê bang li hêzên demokratxwaz u saziyên sivîl kir bi hevre dijî siyasetên AKPê yên dijî demokrasiyetê têkoşînê bikin.

Li roja În li Tirkiyê hêzên hikumetê jimarek Bajarvanên (şaredarên) ser bi Partiya Demokrata Gelan HDPê ve girtin ji bo lêkolîna sebaret tîrorê. Bajarvanên Sêrtê Hawelê, Îdirê û Misircê di nav wan kesê girtî dene û destnîşankiriyên hikumetê (Qeyyûman) cihê wan girt.

Selîm Kaplan, cêgirê hevserokê HDPê gote VOA-Dengê Amerîka ev karê AKPê nenaskirina îrada gelê Kurde û dijî demokrasiyetê ye. Wî bang li hêzên demokratxwaz u saziyên sivîl kir bi hevre dijî siyaset û van karên AKPê têkoşînê bikin.

Ji nav pitir ji 60 bajarvanên HDPê ku bi dengên xelkê di helbijartinên Avdara 2019 hatine helbijartin, niha nêzî 44an ji kar hatine derxidtin û Qeyyûman cihê wan girtiye. Pitir ji 20an jî zîndan kirîne û çendên din binçavin.

Salim Kaplan
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:08 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG