Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Başak Demîrtaş, Bêdengîya Piştî Sloganên Ser Sêdarekirina Selahattîn Demîrtaş Rexne Dike


Başak Demîrtaş, hevjîna Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ser sloganên derbarê sêdarekirina hevjînê xwe axifî.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî serketina di hilbijartinên serokomarîyê de Demîrtaş armanc girtibû û alîgirên wî sloganên ser sêdarekirina wî gotibûn.

Xanim Demîrtaş di hevpeyvîna T24 de sîyasetvan jiber bêdengîyê rexne kirin.

‘’Li gor min divê hemî sîyasetvan bertek nîşan bidin. Birêz Kiliçdaroglu deng nekir, hevserokên HDP’ê bêdeng man û partîyên di hevpeymanîya me de deng nekirin.’’

Wê got ku eger îro jibo Erdogan îdam were xwestin hem ew hem jî Demîrtaş wê dijî sêdarekirina wî bisekinin.

Di hevpeyvînê de, Xanim Demîrtaş got ku Selahattîn Demîrtaş sê caran ji HDP’ê re gotiye ku ew dixwaze bibe berbijar, lê wê partîyê ti bersîv nedaye.

Selahattîn Demîrtaş, ku ji 2016'an vir ve di Gîrtîgeha Edîrne de ye, piştî hilbijartinan HDP rexne kiribû û gotibû ku her çiqas ewê endama wê partîyê be jî ewê êdî sîyaseta aktîf neke.

Jêder: VOA, T24

XS
SM
MD
LG