Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş îro Sêşemê ji hesabê xwe yê Twitterê logaya Partîya Çep ya Kesk weşand.
Demîrtaş bang li welatîyan kir ku logoyê derxin ser kaxizekê û bi dolab û derîyan ve bizeliqînin.
Demîrtaş got ku bila her kes vê logoyê nas bike jiber ku ewê di rojên pêş de hewce be.
Ajansa Mezopotamya jî ragihand HDP’ê di bin navê Partîya Çep ya Kesk têkeve hilbijartinan.
Li gor ajansê, çaverê ye nûnerên HDP’ê sibê Çarşemê biryara ser hevkarîya bi Partîya Çep ya Kesk re ragihînin.
HDP bi hin partîyên çep re di Hevbendîya Ked û Azadîyê de ye, lê hîn ne dîyar e ku HDP wê bo hilbijartinên serokomarîyê berbijarekî derxe yan ne.
Di heman demê de, doza girtina HDP'ê di Dadgeha Qanûa Bingehîn ya Tirjîyê de didome û di nava rêvebir û alîgirên wê partîyê de tirs heye ku dadgeh dikane biryara girtina wê bide.
Loma, rêvebirîya HDP'ê difikire ku wek tedbîreke pêşîgir di bin bana Partîya Çep ya Kesk de têkeve hilbijartinan
Jêder: Twitter, Ajansa Mezopotamya