Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Partîya Çep ya Kesk bi preskonferansekê bang li hilbijêran kir ku di gera duyê de dengên xwe nedin berbijarê Hevpeymanîya Gel Recep Tayyîp Erdogan.
Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan dîyar kir ku divê ew di gera duyê de bi mîlyonan hilbijêr îqna bikin û bibin ser sindoqan.
‘’Hîn derfeta me heye, fersend ketiye destê me ku dawî li faşîzmê bînin. Derfeta me heye ku em faşîzma Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) ji têxt gêr bikin, em banga xwe dubar dikin’’
Ceylan got ku ewê bi vîna li sindoqan dawî li desthilata AKP û MHP bînin.
Parlamanterê hilbijartî yê Partîya Çep ya Kesk Ceylan Akça jî dîyar kir ku dengên li bajarên Kurdan nîşan didin ku Kurd dixwazin ku Tirkîyê ji destê îqtidarê rizgar bikin.
Akça slogana HDP’ê ya sala 2015’an bi bîr xist û got ku ewê nehêlin ku Erdogan bibe serok.
Wê dîyar kir ku gotinên berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu hîn demokratîk e û ewê li hêla wî bisekinin.
Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di sala 2015’an de li komcivîna partîya xwe dijî Erdogan gotibû ku ‘’Emê te nekin serok’’ û ew gotin piştre bûbû slogan wê partîyê.
Tirkîye dê jibo gera duyê ya hilbijartinên serokomarîyê roja Yekşemê here ser sindoqan.
Jêder: HDP