Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP û Partîya Çep ya Kesk Ser Helwesta jibo Gera Duyê Kom Bûn


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Partîya Çep ya Kesk îro Çarşemê ser gera duyê ya hilbijartinê kom dibin.

Civîna her du partîyan li dû piştgirîya Partîya Zaferê ya jibo berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu tê.

Her du partî ragihand ku ew jiber rewşa dawî dicivin ku helwesta xwe bi daxuyanîyeke nivîskî ragihînin.

HDP û Partîya Çep ya Kesk di hilbijartinên 14’ê Gulanê de dijî desthilata Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştgirî dabûn Kiliçdaroglu.

Partîya Zaferê ya îro Çarşemê bi metneke lihevkirinê piştgirîya jibo Kiliçdaroglu ragihand bi gotinên dijî penaberên Sûrî û partîyên bi piştgirîya Kurdan tê nas kirin.

Wê partîyê di gera yekê ya hilbijartinan de piştgirî dabû berbijarê Hevpeymanîya Ata, Sînan Ogan ku pêr Duşemê piştgirîya xwe ji berbijarê Hevpeymanîya Gel Recep Tayyîp Erdogan eşkere kiribû.

Jêder: Twitter

XS
SM
MD
LG