Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokên Giştî Yên HDP'ê li Stenbul'ê Bi Hiqûqzanan Re Dicivin


Hevserokên HDPê Pervin Buldan û Mithat Sancar
Hevserokên HDPê Pervin Buldan û Mithat Sancar

Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) jiber doza girtinê ya ji alîyê Dadgeha Qanûna Bingehîn ya li dijî xwe li Îstenbul’ê bi hiqûqzanan re civînek li dar xist.

Ev civîn ji alîyê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê ve hat bi rêve birin û Hevserokên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar jî tevlî bûn.

Herwiha Komela Hiqûqzanên Azadixwaz (OHD), Bûroya Hiqûqê ya Asrinê, Dadgerê berê yê Dadgeha Mafên Mirovan yê Ewrupa (ECHR) yê Tirkîyê Riza Turmen û bi beşdarvanîya gelek hiqûqzanan civîn pêk hat.

Hevserokên HDP’ê Buldan û Sancar bal kişandin ser girîngîya civînê û ewan xwestin ku pêşnîyar û nirxandinan li ser doza girtina partîya xwe ji hiqûqzanan bistinin.

Hevserok Buldan pêşîn axifî û wê got ku ew wek partî di pêvajoyeke zor û zehmet re derbaz dibin û wiha anî ziman.

“Êrişên dijî HDP'ê bi doza girtinê re bi awayekî lez û bez didomin. Ev pirsgirêk ku berîya niha jî gelek caran hatiye serê me. Girtina partîyan jibo demokratîkbûna Tirkîye derbên giran in û ti feydeya wê jibo Tirkîye tuneye. Ev dozeke siyasî ye lê em dizanin ku di hêla hiqûqî de gelek tişt dikarin werin kirin. Emê jibo ku HDP neyê girtin dikarin bi hev re çi bikin nîqaş bikin." Wê got.

Pîştî axaftina Buldan hevserok Sancar jî axifî û wî jî dîyar kir hemî tawanên dijî HDP’ê vala û bêbingeh in û ew doza girtina HDP’ê jî dijî hiqûqê dibîne.

“Ne pêkaneke ku tawanên tundîyê û dabeşkirina Tirkîye li HDP'ê werin barkirin. Ne pêkane ku Serdozgerîya Komarê ya Dadgeha Bilind delîl bibîne. Hincet û delîlên ku çêkirine jî divê tu kesî qanih nekin. Ev doz tenê li HDP'ê nehatiye vekirin. Ev doz li hêvîya aştî û azadîyê hatiye vekirin. Em dixwazin pêvajoya dozê bi hemû hêzên demokrasîyê re bimeşînin. Armanca civîna me jî ev e." Wî got.

Civîn piştî axaftinên hevsokên HDP’ê bi awayekî girtî bi hiqûqzanan re berdewam kir.

Hêjayî birxistinê ye ku Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) îdîanameya bi daxwaza girtina Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji alîyê Serdozgerîya Komarê ya Dadgeha Bilind ve hatibû amade kirin, qebûl kiribû û pêvajoya girtina HDP’ê jî bi fermî destpê kiribû.

Raporta Stenbulê 28 06 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00

XS
SM
MD
LG