Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Feleknas Uca: Armanca Qayuman Tunekirina Desketinên Kurdan E


Hikûmeta Tirkîyê, ji hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adara 2019'an vir ve, şuna bajarvanên 45 şaredariyên Partîya Demokrat ya Gelan (HDP) walî û qeymeqem wekî qayum erkdar kir.

HDP bi giştî 65 şaredarî bidest xisti bû û herwiha 6 hev bajarvanên HDP'ê bi sedema ku berê bi biryara rewşa awarte ji karên hatine derxistin, nehatin erkdar kirin.

Niha 22 hev bajarvanên HDP'ê ku di Adara 2019'an de hatibûn hilbijartin li zindanê ne û bi dehan hevbajarvanên yên ku di 2014'an de hatibûn hilbijartin jî girtî ne.

Herî dawî Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê di 15'ê Gulanê de bi îdiaya lêpirsîneke di derbarê terorê, dest danî ser şeş şaredarîyên din û li şûna wan qayum erkdar kir.

Feleknas Uca
Feleknas Uca

Parlamantera HDP'ê ya Batmanê Feleknas Uca ji Dengê Amerîka re got ku sîyasetek li hember îradeya gel tê meşandin, destdanîna ser şaredarîyan û zindankirina hevbajarvanan, biryareke sîyasî ya berbiçav e.

“Armanc tevahîya desketinên Kurdan e. Îro li Başûr jî wiha ye, li Rojava jî wiha ye. Bi qirkirinên sîyasî, bi operasyon, bi qayuman dixwazin herkes mîna AKP'ê bifikre. AKP dixwaze tola xwe ji HDP'ê, ji hevbajarvanên me rake.”

Uca îdia dike ku bi erkdarkirina qayuman, AKP dixwaze pêşî li ber sîyaseta legal bigire.

“Em jî dibêjin ku em serê xwe danaxînin. Heta ku şaredarîyeke me hebe, tekoşîna me wê berdewam bike.”

Hevpeyvina bi Parlementera HDp Feleknas Uca
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:09 0:00


XS
SM
MD
LG