Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Partîya Çep ya Kesk piştî civîna awarte daxuyanîyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyanîya nivîskî de metna lihevkirinê ya berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew, Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag jiber xala ser qayuman hat rexne kirin.
‘’Erkdarkirina qayuman jibo dest deynin ser îradeya gel, ji alîyê hiqûq û demokrasîyê ve nayê qebûl kirin û helwesta me ya ser vê mijarê naguhere,’’
Li gor daxuyanîyê, lihevkirina Kiliçdaroglu û Ozdag ya ser qayuman dijî demokrasîyê ye û ew pirgirêk bi tenê ne ya Amedê ye, lê ya Stenbolê ye jî.
HDP û Partîya Çep ya Kesk ragihand ku ew şêwir û danûstandinan didomînin û ewê biryara xwe ya dawî sibê Pêncşemê eşkere bikin.
Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de, HDP û Partîya Çep ya Kesk li hember desthilata Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştgirî dabû Kiliçdaroglu.
Partîya Zaferê, ku bi gotinên xwe yên dijî koçberên Sûrî û partîyên bi piştgirîya Kurdan tê nas kirin, di gera yekê de destek dabû berbijarê Hevpeymanîya Ata, Sînan Ogan.
Jêder: Twitter