Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Partîya Çep ya Kesk wê sibê Sêşemê civîneke hevbeş li dar xin.
Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û Hevberdevkên Partîya Çep ya Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin dê beşdarîyê li civînê bikin.
Çaverê ye di civînê de rêvebirên her du partîyan ser civînên li bajar û bajarokan danûstandinê bikin.
Rêvebir wê ser demên civînên bi gel re jî planê deynin û derheqa dema kongreyê jî nîqaş bikin.
HDP û Partîya Çep ya Kesk piştî hilbijartinên Gulanê bi rexneyên berfireh rûbirû man.
Hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag dîyar kiribû ku partî li gor daxwazên gel tevnegerîyaye.