Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongireya HDP Ya Hilbijartina Hevserokên Nû


Kongireya Nû ya HDP
Kongireya Nû ya HDP

Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê ya opzisyon li Tirkiyê û nêzîkî Kurdan, roja Yekşemê li bajarê Enqerê kongireya xwe encam da, di kongirê de hevserokên nû yên partiyê li şûna hevserokên ku nihe di girtîgehên Tirkiyê de ne, dê ên hilbijêrin.

Partiya HDP’ê duyemîn partiya herî mezin ya opozisyone li Tirkiyê, hevserokên HDP Selahettin Demirtaş ji Mijdara 2016an heta nihe di zîndanên Tirkiyê de ye û bi tawana têkliyên wî yên bi Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê ya qedexekirî tê tawanbar kirin lê Demirtaş hertim ev tawanbarî red kirîye, herwiha Figen Yuksekdag hevseroka HDP'ê ew jî mafê dest lênedana wê di Parlamenê de hatiye hilandin û nihe di girtîgehê de ye, ew jî bi peywendiyên ligel PKK'ê û bi heman tawanê tê tawanbar kirin.

Li meha Gulana sala par Serpil Kemalbey weke hevserokê HDP'ê hatbû hilbijartin, da ku ciyê Figen Yuksekdag bigire. Lê dewleta Tirk roja Înê biryara girtina Serpil Kemalbey daye jiber dijayetiya wî ya Êrîşên Tirkiyê bo ser Efrînê, lê hêjî nehatiye girtin.

Namzeta Hevserokatiya HDP'ê Pervîn Buldan di kongireyê de peyvek bi zimanê Tirkî pêşkekş kir. Xanim Pervin Buldan û Sezai Temelli herdu namzetên Hevserokatiya nû ya HDP’ê ne.

Axiftina Pervîn Buldan Namzeta Hevserokatiya HDP di Kongireyê de
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:58 0:00

XS
SM
MD
LG