Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Taşçier: Divê Amerîka, YE Û NY Fişaran Bixin Ser Erdogan


Imam Taşçier endamê Parlamena Tirkiyê ji partiya HDPê
Imam Taşçier endamê Parlamena Tirkiyê ji partiya HDPê

Piştî 8 roja ji dûrxistina Şaredarên HDPê yên bajarên mezin Amed, Wan û Mêrdînê hêjî protestoyên Kurdan û alîgirên HDPê li hin bajaran berdewamî heye. HDP dibêje, zêdetirî 500 kes hatine girtin û di xwepêşandan û meşên nerzîbûnê de gelek kes jî birîndar bûne.

Parlementerê HDPê, nûnerê Diyarbakir(Amedê) Îmam Taşçier li ser rewşa prtoesto û xwepêşandanên Kurdan li hin bajarên Tirkiyê axifî û da zanîn ku HDP û Kurd bi rêkên demokratî û xwepêşandanên aştîyane dê xebata xwe berdewam bikin û got"Divê Amerîka, Welatên Yekêtîya Ewrûpa û Netewên Yekbûyî zextan li Erdogan bikin, weke çawan li dîktatorê Sudanê Başîr kirin". Taşçier herwiha da zanîn ku, Ewrûpa heta niha bêdenge, divê çawan ew li hember dîktatorekê wekî Al Başîr rawestiyan divê weha li hember Erdogan jî bêdeng nemînin.

Taşçier got, li hember şaredên me yên berê dema qayûm hatbûn danîn û yên niha jî neheqîyek mezin tê kirin û biryara dûrxistina Sê Şaredaran ne qanûnîye, dema ku qanûnî ba, bila bidin eşkere kirin dema dizî kir be bila bêjin, dizî kirîye yan her karek ne qanûnî, lê biryar, biryareke siyasî ye, ji ber ku hilbijartin roja 31î Adarê pêkahtin, rojekê piştî hilbijartinan, 1î Nîsanê wezareta karê hûndrîn bi nivîseke got, bila werin ser kar emê car din wan ji Şaredariyan dûr bixin.

Derbarî îstîfa kirina 5 generalên artêşa Tirkiyê, Îmam Taşçier dibêje, Partîya Erdogan û Hikûmeta wî di nava xwe de ne zelalî û lihevketin heye, car bi behaneya FETO û car jî bi behaneyên din leşkeran dûr dixe, Îmam Taşçier got, di artêşa Tirkîyê de 350 general hebûn niha nîva wan nemane.

Îmam Taşçîr Parlementerê HDPê
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:07 0:00

XS
SM
MD
LG