Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), kuştina Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş û hevalên bi wê re şermazar kir.
HDP’ê bang li bîragiştî ya cîhanê kir ku bala xwe bidin ser rewşa Kurdên li Sûrîyê.
HDP’ê dîyar kir ku êrîşên bi vî rengî li pêş çavên cîhanê li dar dikevin û ji bîragiştî ya cîhanê xwest ku guhdar û baldarê rewşê bin.
Jêderên Kurdên Sûrî ji Reutersê re gotibû ku Yusra Derwêş, cîgira wê Lîman Şiwêş û ajokarê wan Firat Tuma di êrîşa dronî ya Tirkîyê de hatine kuştin.
Wezareta Berevanî ya Tirkîyê ser êrîşê hîn ti şirove nekiriye, lê medyaya Tirkîyê dide zanîn ku li Sûrîyê karbidestekî payabilind yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatiye kuştin.
Jêder: Ajansa Mezopotamya