Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirê HDP’ê Eren: Dadgeha Qanûna Bingehîn Bin Talîmata Sîyasî Ye


Dadgeha Qanûna Bîngehîn piştî parastina Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP)’ê wê biryara xwe eşkere bike.

Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê ji bo ku doza girtinê were paşxistin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da.

HDP’ê di vê serlêdanê de daxwaz kir ku bila biryara ku di derheqê girtina HDP’ê de were dayîn piştî hilbijartinê bê eşkerekirin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî li navenda Giştî ya HDP’ê di daxuyanîyeke berfireh de behsa doza girtina HDP’ê kir.

“Armanca vê dozê ew e ku sîyaseta demokratîk biçewsînin û li dijî me operasyonên sîyasî çêkin. Lê em jî di vî warî de hemû bergirîyên xwe digirin. Ew bi van kiryaran hemû qanûnan binpê dikin û demokrasî ji holê radikin.”

Dadgeha Qanûna Bingehîn di 5’ê Rêbendanê de ser daxwaza Serdozgerê Komarî Bekîr Şahin, alîkarîya xezîneyê cemidandibû, lê rêvebirên HDP’ê vê yekê wek provekirina girtina partîyê dibînin.

Hevberdevkê Komîsyona Maafên Mirov û Hiqûqê yê HDP’ê Serhat Eren got ku piştî vê biryarê Dadgeha Qanûna Bingehîn bi vê biryarê ser partîya wan rengê xwe dîyar kiriye.

“Di rojên borî de hêvî û sekna me ew bû ku wê Dadgeha Qanûna Bingehîn vê daxwaza Serdozgerê Komarî di binî de red bike. Lê, dadgehê wisa nekir û rengê xwe dîyar kir. Îhtîmaleke mezin e ku wê di derheqê girtina partîya me de jî heman biryarê bide.”

Tevahîya rêvebirên HDP’ê vê dozê wek dozeke bi talîmateke sîyasî dibînin. Eren jî dibêje ku doza dijî wan wek talîmateke sîyasîye li ser Dadgeha Qanûna Bingehîn tê meşandin.

Serdozgerê Komarî Bekîr Şahîn di 10 Rêbendanê de parastina devkî kiribû. Dadgeha Qanûna Bingehîn wê ji rêvebirên HDP’ê jî parastinê bigire. Dadgeh wê dosyaya xwe amade bike û bişîne raportor û ew jî wê di derheqa vê dosyayê de raporta xwe amade bike bişîne dadgehê û ew jî wê jibo eşkerekirina biryarê rojeke dîyar bike û biryara xwe dîyar bike.

ED_17_01_2023_Serhat_Eren_HDP
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:53 0:00

XS
SM
MD
LG