Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevşaredarên Gîyadînê Rastî Êrîşa Polîsan Hatin


Hejmarek ji Welatiyên Bajarokê Giyadînê yê Girêdayî Agirî
Hejmarek ji Welatiyên Bajarokê Giyadînê yê Girêdayî Agirî

Li Bajarokê Gîyadîn yê Agirîyê di navbera polîsên li ber derîyê avahîya şaredarîyê nobet digirtin û ajovanê Hevşaredarê Gîyadînê Evren Demîr de jiber lêgerînê pevçûn derket. Li gor îdîayan, Hevşaredar Evren Demîr û Betul Yaşar, xwestine mudaxale bikin û di vê demê de rastî êrîşa polîsan hatine. Piştî pevçûnê Hevşaredar Demîr û Yaşar rakirin nexweşxaneyê.

Hevseroka Gîyadînê Betul Yaşar
Hevseroka Gîyadînê Betul Yaşar

Hevşaredar Betul Yaşar, ku derbarê mijarê de agahî da, anî ziman polîsan bi copan êrîş li wan kirine.

“Dema polîsan mudaxale li hevalê me kir, me jî xwest em têkevin navberê, wê demê polîsan bi copan êrîş li me kir û ketin nava şaredarîyê.

Polîsan destên Hevşaredar Evren Demîr li kelepçeyê xistene û ew deverû li erdê kaş kirin. Ev helwesta polîsan nenasîna îradeya gel e. Em vê êrîşê şermezar dikin. Emê jibo berpisyar bên darizandin li dozgerîyê gilî bikin.”

Hevseroka Gîyadînê Betul Yaşar
Hevseroka Gîyadînê Betul Yaşar

Qeymeqamîya Gîyadînê jî, derbarê bûyerê de li ser malpera xwe daxuyanîyek nivîskî weşand û hemû îdîayên ku tê gotin polîsan êrîş li hevşaredaran kirine red kir.

Bûyer li gelek deveran ji alîyê rêxistinên HDP’ê ve bi tundî hate şermezar kirin.

Raporta Arif Aslan - Wan 03 07 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:49 0:00

XS
SM
MD
LG