Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nejdet Îpekyüz “Emê Bi Hev re Pêşerojek demokratik ava Bikin"


Civina HDP
Civina HDP

Li Tirkîyê,1'ê Hezîranê de Hevserokên Giştî yên Partîya Demokratîk ya Gelan, HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, belgeya xwe ya helwestê û xeta stratejiya dema nû bi medya konferansek ya li Istanbulê eşkere kirin û banga yekitiya hêzên demokratîk bi diruşma “Bi hev re ber bi pêşerojek demokratik ve” kirin.

Parlementerê HDP'ê yê Batmanê Dr. Nejdet Îpekyüz di hevpeyvîna Dengê Amerîka de ragihand ku Hikûmeta AKP-MHP êrîş, girtin, reşkirin, cezakirin û hewldanên qirkirina siyasî li hemberî HDP’ê pêk tîne jiber ku astengiya herî mezin hebûna partiya wan HDP dibîne.

“Gere em bi hevra têkoşîneke hevpar bimeşînin ku dê gelên me pêşeroja xwe diyar bikin û em dibînin ku ev derfet û firsend jî hene û divê em di mijarê de bi biryar bin.”

Parlementer Îpekyüz balê dikşine ku sedema krîzê ew e ku berhemên madî û manewî ku ji aliyê civakê ve hatine afirandin ji bo hewcedariyên civakê nayên xerckirin û her wiha hemû tiştî pêşkeşî komeke biçûk dikin a ku çavê wan jê têr nabe.

“Lê ev hindikin em pirin, ew neheqên em mafdarin, werin bihevre em dest bidin hev û din ku bila ew bitirsin”

HDP MP NEJDET IPEKYUZ
HDP MP NEJDET IPEKYUZ
Heypeyvîna Parlementera HDP'ê ya Batmanê Nejdet Îpekyüz
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:48 0:00



Herwiha Îpekyüz bi bir dixine ku ew bo jîyanek azad, demokratîk, hevpar û aştîyane banga tekoşînek bi hev re dikin.

XS
SM
MD
LG