Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlementerê HDP'ê Omer Farûk Gergerlioglu Birin Zîndanê


Parlementerên HDPê li Enqerê
Parlementerên HDPê li Enqerê

Polîsan şeva çûyî li Enqerê çûn mala parlementerê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglu û bi zextê zorê birin kirin di zîndanê de.

Îro serê sibê Gerlgerlioglu di zîndanê de rastê nexweşîya dil hat. Ji egera nexweşyê gergerlîoglu birin Nexweşxaneya Bajar ya Enqerê.Mahmut Tuğrul

Abdullah Koç Parlementerê HDPê
Abdullah Koç Parlementerê HDPê


Parlementerên HDP’ê Abdullah Koç, Ayşe Acar Başaran, Mahmut Tuğrul, Erol Katırcılar, Mahmut Tuğrul, Fatma Kurtulan û gelek kesên din li pêşîya nexweşxanê civîyan.

Li ser rewşa Gergerlioglu parlementerê HDP’ê Mahmut Tugru axiftinek kir û wiha got "Parlementerê me Omer Faruk Gergerlîoglu ji me direvînin. Duh êvarê avêtin ser mala wî û bi awayekî bê hiqûqî girtin û birin zindanê. Li zindanê parlamenterê me nexweşîya dil derbas kir. Niha hevalê me anîne nexweşxanê û ew anjîyo bû. Lê rastî di derheqê nexweşîya wî de hîç kesek agahîyan nadin me."

Parlementerê HDP'ê Abdullah Koç jî li pêşîya nexweşxanê ji bo Dengê Amerîkayê axiftinek kir û ragihand ku bêdadîyeke mezin li beranberî Gergerlîoglu tête meşandin. Koç rewşa dawî wiha ragihand "Dema ewan dixwast birêz Gergerlîoglu bigrin, ez çûm mala wî. Min dît ku hê kincê xwe lixwe nekirîye dixwazin ewî bibin. Bi zor û zextan parlementerê me birin zindanê."

Parlementerên HDPê li Hember Nexweşxanê li Enqerê
Parlementerên HDPê li Hember Nexweşxanê li Enqerê

Koç, li ser sedema van kirina jî wiha axivî kir "AKP û şîrîkê wî MHP êdî li Tirkiyê nikare hîç tiştekê çereser bike. Ji bo ku pisûra xwe pîne bike, li ser partîya me HDP’ê û parlementerên me êrîşan pêk tîne. Lê çi dibe bila bibe ew nikarin xwe ji van tewanan rizgar bikin."

Di 17'ê Adarê de parêzbendiya Gergerlîoglu ji alîyê meclîsê ve hatibû xistin. Piştî wê Gergerlioglu di avahiyê meclîsê de, dest bi çalakîyê kiribû û ji meclîsê derneketibû der. 21 Adarê polîsan bi zext û zorê Gergerlioğlu ji meclîsê derxistin û kirin binçavan û dura hat berdan. Li ser vê jî Gergerlioğlu li Navenda Giştî ya HDP'ê dest bi nobeta edaletê kiribû û 31 Adarê jî ev bidawî kiribû çûbû mala xwe. Duh şev polîsan ji mala wî Gergerlioğlu girtin û birin kirin di zindanê de.

Raporta Enqerê 03 04 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:44 0:00

XS
SM
MD
LG