Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeya Îmralî: Em Dixwazin Erka Xwe Bi Cih Bînin


Şandeya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ku li Girava Îmralî bi rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinan dike, li parlemana Tirkîyê civîneke rojnamevanî lidar xist.

Di civînê de, ku îro Çarşemê bi beşdarîya Cîgirên Serokê Koma HDP’ê ya parlamanê Pervîn Buldan pêk hat, Îdrîs Baluken û parlamentarê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, rewşa dawî ya pêvajoya çareserîyê nirxandin.

Parlamantara Îdirê Pervîn Buldan li ser navê şandeya wiha axifî: “Wê encama astengkirina çûyîna Îmralîyê dawîanîna pêvajoyê be. Tişta bê kirin, demildest vekirina rêya dîyalog û muzakeyan e.”

Xanim Buldan, hincetên karbidestên hikûmetê ku HDP’ê bi bûyerên xwepêşandanên piştgirîya Kobanê rû dabûn tawanbar dikin, rexne dike.

“Ger li welatekî mafên demokratîk di bin zextan de be, li wir ewlehîya pergala dewletê jî namîne. Jibo sazkirina ewlehîyê yekane rê bicîkirina sîstemeke demokratîk û aştîyane ye. Lewra jî li şûna astengkirinê, divê hevdîtin werin zêdekirin û rêya dîyalogê vekirî be.”

Buldan balê dikişîne ser ku wan roja Sêşemê hevdîtineke berfireh bi karbidestên hikûmeta AKP’ê re pêk anîye û her du alîyan jî hevbîrîya xwe jibo berdewama prosesa aştîyê eşkere kiriye.

Parlemantarê HDP’ê yê Çewlikê Îdrîs Baluken daxuyanîyê bal kişand ser ku hikûmeta Tirkîyê heta niha ti nexşerêyeke berfireh ya çareserîyê pêşkeşî wan nekiriye.

“Em dixwazin di demeke nêz de, hemû kitekitên wê werin parve kirin. Em hêvîdar in di hevdîtinên demên pêş de, danûstandinên ser nexşerêya çareserîyê werin xûrt kirin.”

Parlemantarê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî girîngîya berdewamîya hevdîtinên bi Ocalan re anî ziman.

“Em difikirin ku divê hevdîtin ji cihê mayî berdewam bikin. Em hêvî dikin hikûmet jî giranîya vê yekê fem bike.”

Hêjayî gotinê ye, ev daxuyanîya şandeya Îmralî ya HDP’ê hem ji alîyê karbidestên hikûmeta Tirkîyê ve hem jî ji alîyê bîragiştî ve bi erênî hate pêşwazî kirin.

ST_11_12_14
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:41 0:00

XS
SM
MD
LG