Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevbajarvanê Îdirê Akkuş Hat Zîndan Kirin


Hevbajarvanê Îdirê Yaşar Akkuş
Hevbajarvanê Îdirê Yaşar Akkuş

Hevbajarvanê Îdirê Yaşar Akkuş di encama darizandinê de bi îdiaya “endamtîya Partîya Karkerên Kurdîstanê (PKK) ” do Duşemê hat zîndan kirin.

Li alîyê din desteserkirina hevbajarvana Îdirê Eylem Çelîk jî berdevam dike.

Hevbajarvana Îdirê ya berê parêzer Şazîyê Onder ku di heman dozê de tê darizandin, derbarê darizandina Akkuş de got ku di naveroka dosyayê de tiştê bibe sûc tuneye.

“Naveroka îdianameyê bi giştî dijî hiqûqê ye. Jiber ku tekîlîyen Akuş yên bi partîya xwe re wek sûc hatinê dîtin. Em dibînin ku armanca vê dozê tenê dest danîna ser şaredarîyê ye.”

Parêzer Onder got ku ji dîyarkirina qayuman giringtir tiştek heye ku ew jî niha di nava du gelan de dijmîtî tê ava kirin.

“Li Îdirê serjimara gelê Kurd û Azerîyan zêde ye. Dema qayum tê dîyar kirin, alîyekî jî di navbera her du gelan de dijmintî tê ava kirin. Di nava van rojan de gotinên pir fajîzan hatin gotin. Minak dibêjin “Ev welatê me ye, şaredarî ya me ye. Emê nivîsên Kurdî bînin xwarê. Girtina şaredar têra nake, emê serê wî jêkin.’ Bi vê yekê gelê Kurd û Azerî ji hevdu aciz in û ew tahlûkeyek e mezin e.”

Hêjayî bi bîrxistine ye ku di 15’ê Gulanê de bi bîryara Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkîyê li şûna hevbajarvanên Îdirê Yaşar Akuşê û Eylem Çelîk walîyê vî bajarî wek qayum hatibû erkdar kirin.

Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de 65 bajarvanî bi dest xistibûn, lê hikûmetê heta niha dest danîne ser 43 bajarvanîyên wê.

AA_05_19_20_ Îdir_Akkuş_Zîndan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:25 0:00


XS
SM
MD
LG