Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Dijî Partîya Ser bi Kurdan de 1 Kes li Îzmîrê Hate Kuştin


Ajansa AP ji zarê Karbidestên Tirk ragihand ku di êrîşa kesekî çekdar ya ser avahîya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya bajarê Îzmîrê de mirovek hate kuştin.

HDP’ê jî ragihand ku kesekî çekdar ketiye nav avahîya wê ya Îzmîrê, gule barandine û hewil daye ku avahîyê bişewitîne.

Walîtîya Îzmîrê da zanîn ku di êrîşê de kesek hate kuştin û kujerê gumanbar karmendekî saxlemîyê yê berê ye û ew niha desteserkirî ye.

HDP’ê piştrast kir ku qurbanîya êrîşa çekdarî xebatkareke wê ye û navê wê Denîz Poyraz e.

HDP, ku partîya opozîsyonê ye duyê ya herî mezin e, ji mêjve bûye armanca givaştin û operasyonên hikûmetê û endamên wê bi piştgirîya grubeke mîlîtan ya Kurd ya qedexekirî tên tawanbar kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku bi hezaran bizavkar, parlamanter û rêberên berê yên HDP’ê li zindanê girtî ne.

HDP’ê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku berpirsa êrîşê hikûmeta Tirkîyê û wezîrê navxweyî ye jiber ku ew bi berdewamî xebata wê dikin armanc û rê li ber êrîşên wî rengî vedikin.

XS
SM
MD
LG