Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Bo 'Hevdîtinên Budceyê' li Stenbolê Dicive Û Daxuyanî Dide


HDP li Stenbolê
HDP li Stenbolê

Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) di hevdîtinên budçeyê ya duyan de daxuyanîyekê li taxa Beyoglu ya Îstenbul’ê da.

Cîgira Seroka HDP’ê Meral Daniş Beştaş Cigirê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Ekolojîyê Berpirsiyar Nacî Sonmez, Hevberdevaka Komîsyona Ekolojîyê Menekşe Kizildere û parlamenterê HDP’ê aborîzan Erol Katircioglu jî tevlî daxuyanîyê bûn.

Di daxuyanîyê de dijî polîtîkayên sermaye, hilweşandin û rantê banga avakirina tifaqa ekolojîk hat kirin.

Herwiha cîgira Seroka HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî jibo butçeya îsal ya meclîsa Tirkîyê dibêje ku beşek mezin butçeya Tirkîye jibo şer tê bikaranîn û ew dijî vê yekê disekinin.

Meral Daniş Beştaş
Meral Daniş Beştaş

“HDP li Tirkîye hertim bawer dike ku pêvajoya pevçûnan û pirsgirêka Kurd dikare bi awayekî aştîyane were çareser kirin. Jixwe ji par ve HDP bi dirûşma ‘ne butçeya şer, rant û aligiran em butçeya jibo gel dixwazin’ bang li hikumetê dike. Jiber ku yek ji xerçkirinên herî mezin jibo polîtîkayên şer û ewlekarîyê tê bikaranîn, gel û demokrasî paşguh tê kirin” Wê got.

Li alîyekî din ve jî parlementerê HDP’ê yê Îstenbul’ê Erol Katircioglu jî dîyar dike ku hikumet li ser aborîya Tirkîye gavên pir xelet davêje.

“Li ser aborîyê xeletîyên hikumeta pir zêde ne. Hikumet rêvebirina aborîya Tirkîyê û têkîlîya aborîya û sîyaseta Tirkîyê baş nabîne. Jiber vê yekê jî biryarên bi aborîyê ve girêdayî bêyî sîyasetê distînin. Lê jiber ku sîyaseta Tirkîye bawerîyekî aram ava nekiriye sermayedar naxwazin werin Tirkîye û ew ji Tirkîye derdikevin.”

Aborîzan Katircioglu di heman demê de bawer dike ku hikumet dê jibo butçeya 2022’an gavên bi heman şeklî bavêje û ew bawer dike ku qeyrana aborî dê zêdetir mezinbe.

Raporta Stenbolê 12 10 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:18 0:00

XS
SM
MD
LG