Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP û CHP Ser Hevdîtina Ahmet Turk û Kemal Kiliçdaroglu Daxuyanîyan Didin


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Partîya Komarî ya Gel (CHP) ser hevdîtna ‘’veşartî’’ ya Ahmet Turk û Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu daxuyanî dan.

Cîgira Serokê Koma HDP’ê Fatma Kurtulan li parlamentoya Tirkîyê dîyar kir ku piştî civîna Turk û Kiliçdaroglu haya wan ji hevdîtinê çêbûye.

Cîgirê Serokê CHP’ê Bulent Kuşoglu di preskonferanseke li meclîsê de got ku ‘’Serokê me, bo yekîtî û siberoja welatê me dikare bi herkesê ser vê mijarê hesas re bicive’’

Hêjayî bîrxistinê ye sîyasetvanê dêrîn Ahmet Turk, herî dawî bo Mêrdînê bajarvanî dikir, lê hikûmeta Tirk li şûna wî qeyûm tayîn kir.

Hilbijartinên herêmî yên Tirkîyê dê di Adara 2019’an de li dar kevin.

XS
SM
MD
LG