Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokên HDP'ê bi Serokê CHP'ê re Civîyan


Hevserokên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar li navenda Partîya Komarî ya Gel (CHP) serdana rêberê wê partîyê Kemal Kiliçdaroglu kirin.

Rêberen piştî civînê preskonferanseke hevbeş li dar xistin, lê rê nedan pirsên rojnamevanan.

Kiliçdaroglu di axaftina xwe de dîyar kir ku pêdivîya Tirkîyê bi yekîtîyê heye û got ku divê ew li hev bicivin û danûstandinê bikin.

Buldan da zanîn ku kêşeyên serekî yên Tirkîyê eşkere ne û wan bi Kiliçdaroglu ser tiştên ku divê werin kirin, axifîne.

Wê got ku li Tirkîyê ji aborîyê heta sîyasetê jimareke kêşeyên çareser nebûne hene û dîyar kir ku wan daxwaza ser hilbijartina pêşwext jî ji Kiliçdaroglu re gotiye.

Sancar jî di axaftina xwe de bal kişand ser aştîya civakî û dîyar kir ku karê sereke ya rikeberîya Tirkîyê divê bike çêkirina aştîyê ye.

XS
SM
MD
LG