Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Nobeta Wîjdan Û Edaletê li Stenbolê Didomîne


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), “Nobeta Wîjdan û Edaletê” ku hefteyekê ye li Amedê destpê kiribû, sibê, 1’ê Tebaxê dê li Stenbolê berdewam bike.

Nobeta li Parka Ekîn Ceren'ê ya Amedê, di bin dorpêçkirina polîsan de bi dawî bû û polîsan destûr nedabû ku gel jibo piştgirîyê bikevin qada nobetê.

HDP sibê li Stenbolê li Parka Yagurtçu dê dest bi Nobeta Wîjdan û Edaletê bike û parlementerên wê dê hefteyekê li Stenbolê bin.

Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Nadîr Yildirim di derbarê nobeta li Stenbolê de ji Dengê Amerîkayê re axifî.

Wî dîyar kir ku nobeta li Amedê dijwar derbaz bû û ewê hewl bidin ku vê yeke bişkînin.

“Emê li her derê li ser esasên “li hember faşîzmê tekoşîna azadî û demokrasîyê mezinkirinê” çalakîyên xwe bidomînin. Faşîzm diherike ser hemû nirxên civakî, yên demokrasî û dixwaze civakê têk bibe.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku HDP dê heya meha Îlonê nobetê li bajarên wek Stenbol,Wan û Îzmîr berdewam bike û pişt re jî bi mîtîngên girseyî bi dawî bike.

ZY_7_31_2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:56 0:00

XS
SM
MD
LG