Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP: Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê Ser Referandumê Darbe Pêk Anî


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya piştevana Kurdan, îro Duşemê dibêje ku ji alîyê Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ve darbeyek ji encamên referandumê re hate kirin.

Li gor Reutersê, Berevkê HDP’e Osman Baydemîr got ku dengên bê mohr wek dengên derbasbûyî hatine qebûl kirin û hejmara wna dengan bes e ku encama referamdumê biguherîne.

“Biryara dawî ya YSKê ya pejirandina kaxizên bê mohr, bandor li ser nêzî 3 mîlyon dengdêran kir û ew jî encama referandumê gumanbar dike.”

Baydemîr bal kişand ku di sedan navendên denganê de, hevnegirtinên girîng di navbera hejmanrên YSK’ê û yên HDP’ê hene.

XS
SM
MD
LG