Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerîf Derînce: Kobanê di Hilbijartinê de Bandoreke Erênî Ser Hilbijêrên Kurd Dike


Di vê demê de ku hilbijartinên li Tirkîyê nêzîk dibin, heyecana heyî jî pirtir dibe. Partîyên sîyasî bi hewleke xurt kempeynên xwe didomînin ku hilbijerên nêbiryar qane bikin û bikşînin hîla xwe.

Kurd jî bi awayekî xurt di vê hilbijartênê de karê xwe didomînin û hevîyeke mezin di nav Kurdan de heye ku bendavê derbas bikin û di parlemanê de cîh bigirin.

Mamostayê Zanîgeha Koç li Stenbolê Şerîf Derînce ji Dengê Amerîka re behsa nêrîn û çavdêrîyên xwe yên derbarê hilbijartinan dike.

"Taybetî Kobanê bandoreke mezin li ser Kurdan kiriye û gelek kesên ku berê dengên xwe nedidan partîyên Kurdan, niha piştgirîya HDP'ê dikin."

Derînce balê dikşîne ku berê gelek Kurdên ku newêrîbûn Kurdbûna xwe eşkere bikin, êdî bi vekirî nasnameya xwe dîyar dikin û tev lî xebatên HDP'ê dibin

Derînce pêşbînî dike ku HDP hem li Kurdistanê, hem jî li bajarên rojaveyê Tirkîyê dengekî mezin bistîne û % 12 dengan qezenc bike.

Şerîf_Derînce_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:12 0:00

XS
SM
MD
LG