Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamantera HDP'ê Kaya û Parêzer Enmek Doza Girtina HDP'ê Dinirxînin


Serdozgerîya Dadgeha Bilind ya Pêdaçûnê (Yargitay) berî hefteyekê jibo girtina Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) doz li Dadgeha Qanûna Bingehîn vekirîbû.

Di doznameya ji alîyê serdozgerîyê ve hatî amadekirin de tê îdia kirin ku “HDP baskê sîyasî yê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye û HDP bi kiryarên xwe dijî yekgirtina dewletê tevdigere.”

Di doznameyê herwiha qedexeya sîyasî ya pênc salan ji 687 kesan re tê xwestin ku di nava wan de hevzserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar jî hene.

Parlamantera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya û parêzer Hîdayet Enmek jî di nav van 687 kesan de cîh digirin.

Huda Kaya
Huda Kaya

Kaya dibêje ku hikûmet dixwaze ku bi van gavan sîyaseta HDP’ê bêbandor bihêle.

“Alîgirên HDP’ê ji alîgirên hemî partîyên din zêdetir xwedî hişmendî û berpirsîya polîtîk in. Jiber sedemên sîyasî bi deh hezaran kes çûn derveyî welêt, ji 16 hezarî zêdetir parlamanter, sîyasetvan, endam û rêvebirên HDP’ê zindankirî ne. Lê, dîsa jî di Newrozê de bi mîlyonan kes dijî polîtîkayên zilmê li hemî Tirkîye li qadan bûn û piştgirîya xwe dan HDP’ê.”

Parêzer Enmek jî got ku givaştinên dijî HDP’ê jiber tirsa hindakirina desthilatê ya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ye.

Hîdayet Enmek
Hîdayet Enmek

“Ev doz bi temamî dijî hiqûqa Tirkîye û dijî hiqûqa navnetewî hatiye vekirin. Jiber ku hikûmet dizane ku ewê di hilbijartinên pêş de desthilata xwe hinda bike, ji niha ve bi destê dadgehan dijî hiqûqê gavan davêje. Hikûmet bi van gavan jî dixwaze hem kadroyên HDP’ê hem jî hilbijêrên HDP’ê kêm bike.“

Enmek bi berdewamî got ku heta niha hemî kiryar û polîtîkayên HDP’ê bi awayekî zelal û li gorî hiqûqê dimeşe û têkilîya HDP’ê bi tundî û tûjî re tuneye.

Hêjayî birxistinê ye ku Dadgeha Qanûna Bingehîn wê di 31’ê Adarê de hem doza girtina HDP’ê, hem jî betalkirina parlamanterîya Omer Faruk Gergerlîoglu binirxîne.

MEB_16_02_21_Doz_HDP
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:36 0:00

XS
SM
MD
LG