Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ser gotinên Serokomarê Tirkîyê Recep Erdogan yên derbarê ketina Efrînê daxuyanîyeke nivîskî belav kir.
HDP’ê da zanîn ku Erdogan di siyaseta navxweyî de ketîye tengasîyê û bi gotinên ser ketina Efrinê hewil dide hestên neteweperest geş bike
‘’Efrîn li Sûrîyê bo sîvîlên ku ji neçarî koç kirine bûye herêmeke ewle. Niha zêdetirî nîv milyon penaber bi awayekî ewle li wir dijî. Tevî hemî ambargo û şertên şer, wê herêmê peyavajoya şer bi zarareke biçûk derbaz kiriye’’ di daxuyanîyê de hat gotin.
HDP’ê bi bîr xist ku ji axa Efrînê, Rojava û Bakurê Sûrîyê xêncî Dewleta Îslamî (DAIŞ) ti rêxistinan dijî Tirkîyê êrîş li dar nexistiye û ‘’berdevkên ejîma Erdogan’’ naxwazin li wan herêman Kurd xwe birêve bibin.
HDP’ê dîyar kir ku ‘’hewildana dagirkirina Efrînê’’ nayê qebûl kirin û ewê hewildaneke wisa zararê bide hemî gelên Tirkîyê.