Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beştaş: "Li Gelek Bajarên Kurdan bi Sedan Kes Wek Hilbjêr Hatine Tomar Kirin


Bestaş û Tîryakî
Bestaş û Tîryakî

Parlamantarên HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Ruştu Tîryakî, li ser hîleyên hilbijartinê û reqamên hilbijêran li Amedê preskonferansek li dar xist.

Xanim Beştaş destnîşan kir ku HDP'ê li ser hejmara hilbijêran vêkolînek berfireh çêkirine.

“Li gor vêkolîna me, li bajar û navçeyên Kurdan li gelek navnîşanan, li malekê bi sedan kes weke hilbjêr hatine tomar kirin. Li Colemergê 1108 kes, li Batmanê 189 kes, li Bîngolê 224, li bajarokê Hênê ya Amedê 208, li Sêrtê 528, Mêrdînê 560, li bajarokê Beytuşebabê ya Çolêmergê 526 kes li malekê, wek hilbijêr hatine tomar kirin."

Beştaşê bi berdewamî got ku li bajarokên ku hejmara wan di nav pênc û deh hezarî da ne, ev hîle dikare bandora xwe li ser encama hilbijartinê jî bixe.

“Me hefteya borî pirsnameyek pêşkêşî parlamanê kir ku li Sêrtê piştî hilbijartina 24'ê Heziranê tomara 6488 hilbijêran hatiye betal kirin.”

XS
SM
MD
LG