Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, hevseroka berê Fîgen Yuksekdag û Cîgirê Serokê Komê Îdrîs Baluken di nava vê hefteyê de derdikevin pêşberî dadgehê.
Rêxistina Dîyarbekirê ya HDP’ê bi daxuyanîyekê bang li bîragiştî kir ku piştgirîyê bidin parlamenterên girtî.
Li gor agahîyên ku karbidestên HDP’ê didin, 9 parlamenterên HDP, 68 hevşaredar, ji 100’î zêdetir endamên meclîsa bajarvanîyê û bi hezaran siyasetvanên Kurd girtî ne.
Hevseroka HDP’ê ya Amedê Filiz Buluttekin dîyar kir ku desthilata Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) HDP’ê bê bandor bike û bang li rêxistinên sîvîl kir ku bala xwe bidin ser rûniştinên parlamenterên girtî.
''Tevî hemî desteserkirin, girtin û zextan siyaseta Kurd ewê li ser zemîneke siyasî ya demokratîk têkoşîna xwe bidomîne. Ew daxwaza têkoşîna, jiber bawerîya me ya bo çareserîya aştîyane û demokratîk e'' Buluttekin got.
Yuksekdag dê di 6’ê Berfanbarê de li Enqerê û Baluken dê di heman rojê de li Dîyarbekirê û roja dîtir jî Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî dê li Enqerê derkeve pêşberî dadgehê.