Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamentera HDP'ê Guven Dest bi Greva Xwebirçîkirinê Kir


Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, ku di Girtîgeha Dîyarbekirê de ye, dîyar kir ku dest bi greva xwebirçîkirinê kiriye.

Guvenê, di rûniştinê de, gava berevanîya xwe kir da zanîn ku li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ‘’tecrîta giran heye’’ û ew dijî vê dest bi greva xwebirçîkirinê dike.

‘’Di rûniştineke din de ezê berevanîyê nekim. Heta ku dadgeh binpêkirina hiqûqê bi dawî dike û tecrîdê radike ez dê greva xwe bidomînim’’ Guvenê got.

Dadgehê biryar da ku girtîbûna Guvenê bidome û da zanîn ku rûniştina nû dê di 26’ê Berfanbarê de pêk were.

Guven jiber bertekên ser operasyona Tirkîyê ya dijî Efrînê û xebatên KCD’ê di serê 2018’an de hatibû girtin.

Leyla Guven, di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de ji Colemêrgê hatibû hilbijartin lê ji girtîgehê derneketibû.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Guven niha yekane parlamentera girtî ya parlamentoya Tirkîyê ye.

XS
SM
MD
LG