Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP: Leyla Guven û Musa Farisogullari Hatin Giritn


Parlamanterên berê yên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Leyla Guven û Musa Farisogullari hatin girtin.

HDP’ê ji hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku dadgerîya Tirkîyê li ser fermanan ew biryar daye.

‘’Emê têkoşîna xwe ya dijî vê bêhiqûqîyê û darbeya plankirî bilind bikin.’’ hesabê HDP’ê nivîsî.

Parlamana Tirkîyê roja Pêncşemê ji hesabê fermî yê Twitterê ragihandibû ku yek ji Partîya Komarî ya Gel (CHP) du jî ji Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) parlamanterîya sê parlamanteran bi dawî bûne.

Hejmara kursîyên CHP’ê yên li parlamanê daketiye 137’an û ya HDP’ê jî bûye 57.

Nûnerên CHP’ê û HDP’ê, desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) bi darbeya ser îradeya gel tawanbar dikin.

XS
SM
MD
LG