Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi beşdarîya hevserokê partîyê Mîthat Sancar li Mersînê mîtîngek li dar xist.
Sancar di axaftina de dîyar kir ku li Tirkîyê rewişa aborîyê "xirab" bûye û bang li hikûmetê kir ku bo hilbijartina pêşwext karvekişîna xwe ragihîne.
Wî da zanîn ku desthilata li Tirkîyê "gel muhtacê nanê hişk kiriye" û li pêş firinan rêzên dirêj yên nanê erzan çêdibin.
Hevserokê HDP'ê dîyar kir ku di hilbijartina pêş de armanca wan bidestxistina pirtir 15 ji sedê dengan e û got ger ew wê rêjeyê bi dest nexin ewê xwe binketî bihesibînin.
Sancar got ku bo demoksîyeke saxlem ew dê li her qadên jîyanê têkoşînê bimeşînin.